Myvideo

Guest

Login

Teknka me nne, l bel rade wrekiya me j bi wan re nne

Uploaded By: Myvideo
22 views
0
0 votes
0

’Teknîka me nîne, lê belê îrade û wêrekiya me jî bi wan re nîne’ Gerîlaya YJA Starê Evîndar Cîhan ku beriya bi demeke kurt çûye Heftanînê dibêje, Heftanîn bi xweşikbûn, dilgermiya xwe bandoreke zêde lê kiriye. Gerîla Evîndar Cîhan dibêje, li dijî tevgera dagirker a Tirk ku 16’ê Hezîranê li ser Heftanînê hatiye destpêkirin gerîla ji her alî ve haziriyên xwe kirine û bi vê çarçoweyê wan jî li Şeşdara, li Şehîd Cûdî cihê xwe di nav pêngava Cenga Heftanînê de girtiye. Evîndar Cîhan diyar dike li vê qada Şeşdara gerîla bi çûyina xwe ya ser dijmin hêz û moreleke mezin dida, gerîla bi rihê fedayî diçe ser dijmin bi armanca ku dijmin têk bibe, ji ser axa xwe derxîne. Gerîla Evîndar Cîhan her wiha diyar dike gerîlayên jin di vî şerî de bi sekn, biryar û îrade û wêrekiya xwe xwedî rolekî mezin e û li Şeşdara, Şehîd Cûdî ev pir aşkere xuya bûye. Ji awirên ser çavên gerîla, ji kenê ser rûyê wan ev pir tê xuyakirin.

Share with your friends

Link:

Embed:

Video Size:

Custom size:

x

Add to Playlist:

Favorites
My Playlist
Watch Later