Myvideo

Guest

Login

Cegerxwn - Koma Miletan (Deng: Mele Ceml Kefr) Welat Kurdan Hem men e

Uploaded By: Myvideo
1 view
0
0 votes
0

Cegerxwîn - Koma Miletan Deng: Mele Cemîlê Kefrî Vîdyo: Medya Civakî* *Ji bo dîmenên zelaltir: Welatê kurda tev xêr û bêr e, Hemî maden e tev ziv û zêr e, Lê çi bikim îro maye j’xelkê re. Welatê kurdan hemî çîmen e, Egîd û sêr û piling tê hene, Hemî haval û pismamên me ne. Pês li dinyê du dewlet hebûn, Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn, Tirk û tazî û ecem tune bûn. Em ne tazî ne, ne tirk û rom in, Xwedan pasan e, lesker û kom in. îro wêran in bin destê bûm in. Xelkê em kustin avêtin çeman, Begler û pasa di nav me ne man, Koma miletan eman û eman. Koma miletan ma qey tu ker î, çavê te kor e tû l’ me nanerî, Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî. Koma miletan hûn polperest in, Der heqê me de hun qewî sist in, Dijmin bi dostî em îro xistin. Gunhê me çi ye bo çi dey nakî, Pirsê ji halê me kurdan nakî, Em kêm ketine tû me ranakî. Ev ne huryet e, kotek û zor e, Lê hun dizanin dinya bi dor e, çerxek li jêr e çerxek li jor e. Xewa me nayê, em qet ranazin, Em ji we dikin hêvî û gazin, Em jî heqê xwe her dem dixwazin. Te em xapandin civata rengîn, Ji destê te em gis bûne xemgîn, Ne ez bi tenê tev bûn Cegerxwîn. (Ji Dîwana Yekan r. 125) Çavkanî: Warê Helbestê © “Asoya Helbesta Kurdî“ 🌸 Silav! 🌸 Hûn bi xêr hatin qenala “Warê Helbestê: Asoya Helbesta Kurdî“ Ev der dengê helbesta kurdî ye. BIBE ABONE: 1 - Warê Helbestê ➤ 2 - Asoya Helbesta Kurdî ➤ î Lîste: KORONA-HELBEST ➤ Lîste: VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ ➤ Lîste: HELBESTÊN KURDÎ ➤ Lîste: DENGBÊJÎ ➤ MEDYA CIVAKÎ: Twitter: ➤ Facebook: ➤ Instagram:➤ Ji bo darîkirinê mala we ava. Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :) Dema we xweş

Share with your friends

Link:

Embed:

Video Size:

Custom size:

x

Add to Playlist:

Favorites
My Playlist
Watch Later