Filmê Kurdî `Kurdistan Kurdistan` li Emerîka du xelat wergirtin Filmê bi navê `Kurdistan Kurdistan` bidawî bû û li Emerîka du xelat wergirtin jî. Serleyistikvanên Film Dengbêjên Kurd Egîdê Cimo û Delîl Dîlanar in. Filmê dirêj yê Kurdî bandor û hestên muzîk û muzîkjeniya Kurdî li penaberiyê û çîroka Kurdan ya derbederiyê vedibêje. Derhênerê Film Bulent Gunduz weha zanyarî dan. Piştî tomarkirinên me yên Tîrmeha 2014 ê li New Yorkê, meha Tebaxê li Mûşê û Sibata sala 2015 ê dîsan li Mûşê me Film bidawî anî. Ev Fîlm çîroka mirovekî ye; Di nava penaberî, tenêtî, hesreta welat, hesreta malbatê te de careka dîtir hevdîtina Hosta(Egidî Cimo) û Şagirtê wî(Delîl Dîlanar) ya bi muzîk û kevneşopa Kurdî re vedibêje. Wekî lêgera dermanekî ya qulingeke birîndar çîroka rêvingiyekê ye. Rewşa derûnî ya penaberiyeka piştî bîst salan vegeriyaye welatê xwe û piştre jî lêpirseke ji bo komkujiyên hîna berdewam dikin, bi destnîşaneka weha ya siyasî ve Film bidawî dibe. Film bingeyê jandariya heyî bi `bêwelatiyê` ve girê dide.
Hide player controls
Hide resume playing